Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê di encama teqîneke xaza siruştî di xaniyekê de, kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyan li taxa Yenişehirê li qata çaremîn a apartmaneke 5 qatî di dema xebateke pergala xaza siruştî de, teqînek çêbû.
Ekîbên Servisa Acil a 112ê Yunus Çiftçiyê (26) birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Di wê navberê de ekîbên karûbarê xaza siruştî herîkîna xazê li ser apartmanê qut kirin.AA