Li Şanliurfayê teqînên li cebilxaneyê: 17 birîndar

"Şewata piştî teqînê derket demildest hildan bin kontrolê. Rewşa birîndaran şikir rind e"

Li Şanliurfayê teqînên li cebilxaneyê: 17 birîndar

Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê diyar kir ku di encama 2 teqînên li cebilxaneya Fermandariya Lîwaya Bizirx a 20î ya li Şanliurfayê da, sivîlek û 16 esker birîndar bûn.

Walî Erîn bi Zeynel Abîdîn Beyazgulê Şaredarê Bajarê Mezin, Mehmet Canpolatê Şaredarê Xelîliyeyê, Tolgahan Oztoprakê Serdozgerê Komarê yê Şanliurfayê da li Fermandariya Lîwaya Bizirx a 20î lêkolîn kir.

Erîn li pêşiya fermandariyê daxuyanî da û destnîşan kir ku di depoya cebilxaneyê ya wargeha fermandariyê da teqîn çêbû, bi tesîra teqîna ewil teqîneke din jî çêbû.

Ernî got ku di teqînê da sivîlekî li şaneşîna mala xwe ya li nêzî wargehê rûnişt û 16 esker birîndar bûn û wiha pê da çû: "Rewşa birîndarekî giran bû li gor agahiyên me ji nexweşxaneyê sitandin şikir rewşa wî baş e. Birîndar tên dermankirin."

Erîn diyar kir ku piştî bûyerê gelek ambulans û ekîbên agirkujiyê bi lez çûn heremê û wiha axivî: "Ekîbên agirkujiyê bi lez midaxeleyî bûyerê kirin. Şewata piştî teqînê derket demildest hildan bin kontrolê. Rewşa birîndaran şikir rind e."

Rojnamevanekî pirs kir ku gelo sedema teqînê hat tesbîtkirin an na li ser vê Erîn got, "Em hê lêkolînan didomînin, tesbîtan dikin. Em wer dinirxnin ku ji ber sedemeke teknîkî teqîn çêbûye."

Erîn detnîşan kir ku herdu teqîn jî di heman depoyê da çêbûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE