Li Şanliurfayê turîzm bi asayîbûna kontrolkirî va geş bû

"Li bajarê me liv û lebata turîzmê pir baş e. Piştî pandemiyê em di serdema herî qelebalix da ne"

Li Şanliurfayê turîzm bi asayîbûna kontrolkirî va geş bû

 Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li Şanliurfaya ku bi dîrok, gastronomî û turîzma xwezayê va derdikeve pêş, turîzm bi asayîbûna kontrolkirî va geş bû.

Her sal bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî "bajarê pêxemberan" Şanliurfayê ziyaret dikin ku gelek ciyên dîrokî lê hene yên wekî Binkeya Gola Masiyan, navçeyên Heran û Xelfetiyê û her wiha Gobeklitepeya ku bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye. Li bajêr her wisa bi asayîbûna kontrolkirî va sektora turîzmê geş bû.

Piştî ku çend roj berê bi beşdariya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy va merasima danasîna Karahantepeyê hat kirin ya ku di nava sînorên Xelîliyeya navçeya Rihayê da dimîne, şûnwarê dîrokî yê ku berhemên ji serdema Neolîtîk lê ne, cardin bala hemû dinyayê kişand vê herêmê û bi asayîbûnê va jî turîzma li deverê vegeriya rojên xwe yên berê.

Şaredarê Bajarê Mezin Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber şewbê di 2 salên derbasbûyî da liv û lebata turîzma bajêr pir kêm bûbû.

Beyazgul wiha axivî, "Bajarê me yê ku wekî muzeyeke servekirî ye, bi dîroka xwe ya qedîm, metbex, nirxên çandî û muzîka xwe va bala ziyaretvanên xwemalî û biyanî dikişîne. Li Şanliurfayê sezona turîzma payîzê dest pê kir. Her wiha bajarê me sala 2020î 270 hezar û 906 ziyaretvan ezimandin. Bi Tîrmeha 2021ê pê va 372 hezar û 413 kesî bajarê me ziyaret kir. Heger rewşeke neyînî rû nede, ez wisa bawer im ev reqam dê derkeve dora 700-800 hezarî. Li bajarê me rûyê esnaf, turîzmvan û turîstên me dikene, rêjeya tijîbûnê ya otêlan rind e."

Serokê Odeya Rêberên Turîstên Herêma Şanliurfayê Muslum Çoban jî diyar kir, bi gavên asayîbûnê ra turîzma bajêr bi xwe va hat.

Çoban wiha axivî, "Li bajarê me liv û lebata turîzmê pir baş e. Piştî pandemiyê em di serdema herî qelebalix da ne. Nexasim dawiya hefteyê pir qelebalix e. Gola Masiyan, Girê Mirazan, Xelfetî û Heran ji destînasyonên sereke ne. Van dawiyan jî ziyaretvan pirsa Karahantepeyê dikin."

Mahabat Tana ji Îzmirê hatiye ziyareta Girê Mirazan jî diyar kir ku kêfa wê zehf bi bajêr ra hat.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE