Li Şanliurfayê xwarina paşîvê ya bijare kibaba cegerê ye

Îsal ji ber vîrusa koronayê gelek dikan hatin girtin loma jî di peydakirina kibaba cegerê da tengasî tê kişandin lêbelê kes dev jê bernade

Li Şanliurfayê xwarina paşîvê ya bijare kibaba cegerê ye

 Li Şanliurfayê di meha remezanê da ji xwarinên herî zêde tên xwarin yek jî kibaba cegerê ye. Ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) îsal kibabê pakêt dikin û dişînin malan.

Li Şanliurfayê di meha remezanê da xwarina kibaba cegerê li gor mehên din zêde dibe.

Îsal ji ber vîrusa koronayê gelek dikan hatin girtin ji ber vê jî di dîtina kibaba cegerê da tengasî tê kişandin lêbelê kes dev jê bernade.

Loqanteyên li Paşabaxiyê ku wekî "diyarê cegerê" tê zanîn di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da bi tenê serwêsa pakêtê va xizmetê didin mişteriyên xwe.

Hezkiriyên cegerê ji nîvê şevê şûn da diçin loqanteyan nanê loş, serî pîvaz, îsota kozkirî û dev jî bi cegerê ra distînin, paketa xwe hildidin diçin malên xwe û bi zarokên xwe ra dixwin.

 "Di paşîvê da qerebalixî çêdibe"

Bekir Yuksekyaylayê hosteyê cegerê diyar kir ku kibaba cegerê ji nîşaneyên Şanliurfayê ye.

Yuksekyayla destnîşan kir ku bi taybetî di rojiyê da eleqeya nîşanî cegerê didin zêde dibe û got, "Welatî ji şîvê hetanî paşîvê tên kibaba cegerê dikirin. Bi taybetî di dema paşîvê da qerebalixî çêdibe."

Yuksekyayla got li gor par îsal ji ber vîrusê eleqe kêm bû, tevdîrên hijyen û mesafeya civakî hildidin wisa dixebitin.

Yuksekyayla got bi taybetî cegera berxan çêdikin û wiha pê da çû: "Em cegera teze bi baharatê li ser agir dipêjin bi keskayî, pîvaz û îsotê va paket dikin û didin mişteriyên xwe. Mişteriyên me berê dihatin li vê derê germe germ dixwarin lêbelê nika ji ber vîrusê kibaba xwe hildidin û diçin malên xwe."

 "Ligel nexweşiyê dev ji cegerê bernadin"

Ertan Çîftbudakê paşîvê hat kirîna cegerê jî got ku her danê rojê kibaba cegerê dixwin.

Çîftbudak diyar kir ku di rojiyê da bi taybetî paşîvê cegerê dixwin û wiha axivî: "Ji ber nexweşiyê kibaba ku me li loqaneyan dixwar êdî dixin paket û em dibin li malên xwe dixwin. Beriya ku werim min têlefonî loqanteyê kir û siparîş da, dema hazir bibe jî ez ê paketa xwe hildim û herim li malê bixwim. Ligel nexweşiyê em dev ji kibaba cegerê bernadin. Em tevdîrên xwe hildidin û dîsa jî vê kibabê dixwin."

Abdullah Çîçek jî got dibê her kes kibaba cegerê tehm bike, bi qalkirinê tiştek nayê fehmkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE