Li Şanlıurfayê ziyaretên ji bo teziyeyê hatin qedexekirin

Li Şanlıurfayê ziyaretên ji bo teziyeyê hatin qedexekirin

Li Şanlıurfayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ziyaretên teziyeyê hatin qedexekirin.

Walîtiyê daxuyand ji ber çûyina teziyeyan hat tespîtkirin ku hejmara kesên vîrusê ketin zêde bû.

Hat gotin ji ber vê Lijneya Hifzisihha ya Umumî tevdîrên nû eşkere kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li bajarê me di rojên dawîn da hejmara waqiayan zêde bûye, ji bo rê li ber vê bê girtin biryar hat dayîn ku li malên teziyeyê, li odeyên gundan, li malan û li cihên hevpar ên wek van teziye neyên kirin."

Hat destnîşankirin ku wezîfedarên mizgeftan divê agahiyê bidin xwediyê cinazeyan, her kes guh bide vê qedexeyê û heke li hemberî vê biryarê dîsa jî teziye bên kirin divê welatî caw bidin hêzên ewlehiyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE