Li Şaredariya Qulpê wezifedarkirin

Di dewsa Mehmet Fatîh Taşê Şaredarê Qulpê yê HDPyî yê ku ji ber êrîşa terorê ya tê da 7 kes hatibûn şehîdkirin hatibû girtin da Qaymeqam Mustafa Gozlet hat wezifedarkirin

Li Şaredariya Qulpê wezifedarkirin

Di dewsa Mehmet Fatîh Taşê Şaredarê Qulpê yê HDPyî yê ku ji ber êrîşa terorê ya tê da 7 kes hatibûn şehîdkirin hatibû girtin da Qaymeqam Mustafa Gozlet hat wezifedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku der heqê Taşê Şaredarê Qulpê yê HDPyî da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê" 5 lêpirsîn û tehqîqatek dewam dikin, Serdozgeriya Komarê ya Qulpê li ser êrîşa terorê ya li Taxa Axaçkorurê tê da 7 welatî hatibûn şehîdkirin bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "xirabkirina yekitî û bihevrabûna welêt" do ji bo Taş biryara girtinê da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor xala 127an a Qanûna Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariya ya bi hejmara 5393yan Wezareta Karên Navxweyî Taş wekî tevdîr ji wezifeyê dûr xist û di vê çarçoveyê da Qaymeqam Mustafa Gozlet wekî Wekîlê Şaredarê Qulpê hat wezifedarkirin.

Piştî êrîşa terorêya ya li Qulpa navçeya Diayrbekriê hatibû kirin û tê da 7 kes hatibûn şehîdkirin û 10 kes birîndar bibûn Mehmet Fatîh Taşê Şaredarê Qulpê yê HDPyî, Abîdîn Karamanê Serokê Navçeyê yê HDPyê, Şener Aktaşê Midûrê Karûên Fenê yê Şaredariya Qulpê, Mehmet Emîn Ay û Fatma Ay do hatibûn girtin.

- Li Şaredariyê geriyabûn

Hatibû îdiakirin ku demekê beriya êrîşê li dewsa bûyerê wesayîta Şaredariya Qulpê hatiye dîtin û li ser îfadeyên şahidan ekîbên polêsan li Şaredariay Qulpê û Seroktiya Qulpê ya HDPyê geriyabûn û dest dabûn der hin qeydên kamerayan û dokumanan.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 10:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE