Li Sarıkamışê di heman demê da zivistan û bihar

Berfa ku di meha nîsanê da barî li daristana taxa Qizilçubuxê hê jî neheliyaye.

Li Sarıkamışê di heman demê da zivistan û bihar

Aliyekî Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber berfa ku hê neheliyaye zivistan e, aliyek jî bihar.

Berfa ku di meha nîsanê da barî li daristana taxa Qizilçubuxê hê jî neheliyaye.

Di vê meha biharê da hin cihan qalindahiya berfê digihêje 30 santêman ku wek zivistanê ye, hin cihan jî siruşt bi ava berfê ya ku heliya ye va hêşîn bûye wek biharê ye.

Wênekêşên amator tên van herêman ku wêneyan bikşînin.

Wênekêş Muharrem Kaya got ew kêfxweş e ku di biharê da dikare dîmenên zivistanê bikşîne.

Kaya got li bajarên Rojavayê meriv dikevin behrê lê li vir rewş wiha ye û wiha axivî: "Ji bo em xweşikiya memleketên xwe nîşanî hemşehriyên xwe yên li xurbetê ne bidin em digerin. Sariqamîş her demsal xweş e."

Bulent Arasê wênekêşiyê hez dike jî wiha agot: "Her der çîlspî ye, xweş e. Navçeya me ji hêla turîzm, siruşt û daristanan va cihekî xweş e. Wek wênekêşên amator em van deran digerin."

>AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE