Li Sarıkamışê ji ber zîpik û baranê esnafan sobe vêxist

Ji ber ku îro zêde baran barî rogar xitimîn, li ser kuçe û kolanan av gol bû û wesayît bi zehmetî çûn û hatin.

Li Sarıkamışê ji ber zîpik û baranê esnafan sobe vêxist

 Li Sarıkamışa navçeya Karsê zîpik û baran barî.

Ji ber ku îro zêde baran barî rogar xitimîn, li ser kuçe û kolanan av gol bû û wesayît bi zehmetî çûn û hatin.

Welatiyan karton û betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku zîpik zirarê nedê.

Piştî zîpik û baranê hewa sar bû, esnafan sobeyên xwe vexistin ku germ bibin.

Esnaf Zekî Yildirim daxuyand hewa qet germ nabe û wiha axivî: "Îro 12ê hezîranê ye lê hê jî baran dibare. 10 roj e dewam dike. Em dicemidin, ji ber wê mecbur man ku sobeyê vêxin."

Şivanên ku heywanên xwe diçêrînin jî ji ber baranê zehmetî kişandin.

Hat ragihandin li herêmê baranê hê demekê jî dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE