Li Sarıkamışa navçeya Karsê berfa êvarê dest bi barînê kir navçe çîl û sipî kir û ev ji bo zarokan bû kêfxweşî.
Li navçeyê germahiya hewayê dekate 4 pileyên binê sifirê û berfa barî ser wesayît, xanî, rê û daran sipî kir.
Zarokan li kuçe û baxçeyan bi berfê lîst.
Li navçeya bi xêliya sipî xemilî zarokan têra dilê xwe lîstin û li xizangê siwar bûn.
Batuhan Ustundagê zarok got ji bo berfê gelekî şa bûn û wiha axivî: "Me dît ku berf dibare û em derketin derva. Em li xizangê siwar bûn, me bi berfê lîst. Em bi hev ra dilîzin û şa dibin. Înşaellah berfê hetanî ber destê sibê bibare."
Wekî mayîn hin welatî jî bi barîna berfê ra derketin meşê.