Li sasonê mamosteyên dersa qur’anê gotin: “derdê yemenê derdê me ye jî” û wan kermesek li dar xist. Sasonî, dixwazin him haya gel zêdetir li ser feqîr û mezlûmên dinyayê hebe, him jî xwe bigihînin hawara merivên li yemenê.
Xwarin û vexwarinên cuda li ser dezgeyê ne.
Li dîwar û paceyan hedîsên şerîf û gotinên balkêş nivisîne…
Hemû hazirî ji bo alîkariya Yemenê ye.
Li Sasona Batmanê Mamosteyên Qur’anê û mela, di navbera qezaya xwe û Yemenê de bûn pira xêrê.
Bi vî awayî welatiyên ku tên kermesê haya wan zêdetir ji rewşa Yemenê çêdibe, ew xêra xwe didin Diyanetê bi aweyekî ewle digihînin mezlûman.