Li Sûdanê ji bo rêveberiya hevpar li hev kirin

Li Sûdanê rêvebiriya eskerî û koalîsyona sivîl ya mixalîf ji bo rêvebireyeke hevpar li hev kir.  

Li Sûdanê ji bo rêveberiya hevpar li hev kirin

Li Sûdanê rêvebiriya eskerî û koalîsyona sivîl ya mixalîf ji bo rêvebireyeke hevpar li hev kir.  

Nûnerê Taybet yê Sûdanê yê Yekîtiya Afrîkayê Mihemed Hesen Lebat daxuyanî da nûçegihanan û got ku Konseya Berwext ya Eskerî (KBE) û koalîsyona Hêzên Danezana Guherîn û Azadiyê (HDGA) di hemû xalên qanûna bingehîn da li hev kirin. 

Lebat wiha got: "Em gelê Sûdanê pîroz dikin. Ev peyman ji bo Sûdanê tiştekî dîrokî ye. Peymana di navbera KBE û HDGAyê da wê di demeke kin da bi merasimeke mezin bê îmzekirin."

Ji lijneya HDGAyê Babekîr Faysal jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got: "Me bi Konseya Berwext ya Eskerî ra di hemû xalên danezana qanûna bingehîn û ji bo rêvebiriyeke hevpar li hev kir. Peyman wê roja yekşêmê bê îmzekirin."

Li Sûdanê di 19 Kanûna sala 2018an da ji ber qeyrana aborî çalakiyan dest pê kiribû û paşê jî wek çalakiyên dijî rejimê li çar aliyê welêt belav bûbûn.

Artêşê jî li ser vê yekê di 11ê Nîsanê da rêveberî hilda bin kontrola xwe û ji bo vê yekê jî daxuyanî da. Heyama Omer el Beşîrê ku 30 sal bû li Sûdanê dewam dikir jî bi vê tevgerî qediya.

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE