Serokomar Erdogan di merasîma vekirina febrîqaya maske ya MFA Kocayusuf da axivî.
Ji axaftina Erdogan;
"Cihê her miteşebîsê ku hilberînê dike, îxracê dike, bi taybetî ji bo mirovên me derfeta aş û karê dide û hêzê dide aboriya me li ser serê me ye"
"Di heyameke ku welatên herî pêşketî yên dinyayê jî ketin nav şerê maskeyan, kêmasiya cîhaza bêhnê hat kişandin, malên xwedîkirina îxtiyaran guherîn morgan da me xizmeta tenduristiyê ya qalîteya yekem bêpere da."
"Di sektora pîşesaziyê da di çaryeka sala 2021î da li gor sala borî heman heyamê 338 hezar zêdebûna îstixdamê ya qeydkirî çêbûye û ev yek jî nîşan dide ku pêşketin baş e û dostê îstixdamê ye."
"Li dinyayê di heyamên ku şewb herî giran bû û çerx hema bêje hatibûn asta rawestanê da jî aboriya Tirkan kontakê negirt."
"Em li herêmên ku lê hişkayî heye dê li gor encamên xebatên tesbîtkirina xisarê deynên Bankaya Zîraatê û Kooperatîfên Krediya Çandiniyê yên cotkarên xwe paş dixin."
"Em di Sîgorteya Bêaviyê da piştgiriya dewletê ya TARSÎMê ji bo sala pêş me derdixînin ji sedî 70yî, rêjeya dayina xisarê derdixînin ji sedî 80yî."
AA