Li Şemdinliyê cinazê eskerekî din ê di binê şepeyê da mabû hat dîtin

Li Şemdinliyê cinazê eskerekî din ê di binê şepeyê da mabû hat dîtin

Li Şemdinliya navçeya Hakkariyê cinazê eskerekî din ê di binê şepeyê da mabû jî hat dîtin, hejmara şehîdan derkete 2yan.

Li navçeyê dema ji bo rêya baregehê ya bi berfê va hatibû girtin xebat dihat kirin ku rê bê vekirin şepe ketibû û eskerek şehîd bûbû, eskerek jî di binê şepeyê da mabû. 

Ji bo eskerê di binê şepeyê da mabû bê dîtin serê sibê xebatan dîsa dest pê kir.

Ji Hakkari, Van û Erzurumê tîmên AFADê, tîmên Lêgerîn û Xelaskiriê ya Cendirmeyan, qomando, hêzên hidûdê jî beşdarî lêgerînê bûn.

Di xebatan da kuçik û wesayîtên bêmirov ên esmanî jî hatin bikaranîn û cinazê eskerê din jî hat dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE