Li Şemdinliyê dema wesayîteke sivîl derbas bû teqîn çêbû

Li Şemdînliyê dema wesayîteke sivîl dixwest biçe gund teqemeniya ku li ser rê hatibû bicihkirin, teqiya.

Li Şemdinliyê dema wesayîteke sivîl derbas bû teqîn çêbû

Li Şemdînliya navçeya Hekariyê dema wesayîteke sivîl dixwest biçe gund teqemeniya ku li ser rê hatibû bicihkirin, teqiya û di encamê da kesek mir.

Li gor agahiyên ku hatin hildan, bûyer li herêma Zîrvînê ya ku li nêzî gundê Yufkaliyê qewimî.

Teqemeniya destçêkirî ya ku hêla mensûbên PKKya rêxistina terorê li ser rêya gund hatibû bicihkirin, dema ku tirîmbêla Îlhamî Çelîk diajot û ji herêmê derbas dibû teqiya.

Di teqînê da şofêr Îlhamî Çelîk mir.

Cesedê Çelîk bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE