Li gundê Şapatana Şemzînana Colemêrgê kevneşopiyeke sed salî tê domandin. Xelkê gund, di cejnê de rojê 3 danan tên bal hev û bi hev re xwarinê dixwin. Her wiha hemû bi hev re mal bi mal digerin û îdaniya hev dikin.
Li Şapatana Şemzînanê kevneşopiyeke balkêş tê domandin.
Ewilî ji bo nimêja cejnê hemû gundî tên bal hev.
Piştî nimêjê û eydaniya li mizgeftê, berên xwe didin malan û mal bi bal eydaniya hev dikin.
Taybetiyeke din a vê kevneşopiyê jî ew e ku li gundê şapatanê seranserê cejnê rojê 3 caran wexta xwarinê tên bal hev û hemû bi hev re xwarinê dixwin.
Xelkê gund derheqê vê yekê de dibêje: “Ev adet ji mezinên me maye, bi saya wê jî cejnên me gelek baş derbas dibin.