Li Şemdînliyê dema hilberîna hingiv e

"Li navçeya Şemdînliyê cureyên nebatan pir zêde ne û ji sedî 70yê hilberîna hingivê Hekariyê yê navçeya Şemdînliyê ye"

Li Şemdînliyê dema hilberîna hingiv e

 Mozvanên Şemdînliya navçeya Hekariyê li zozanên bilind ên pê neçûnê û bi sedan nebatên cuda lê hêşîn dibin, ji bo hilberîna hingiv dest bi xebatan kirin. 

Tê gotin ku di dewra Osmaniyan da hingivê qesrê ji navçeyê diçû. Mozvanên navçeyê bi germbûna hewayê ra kewarên mozan derxistin zozanan û ji bo hingivê Şemdînliyê ku tehma sedan nebatan tê da heye, zend û bendê xwe hildan.

Mozvanan kewar û pêtekên mozan kontrol û temîr kirin.

Ji ber ku îsal baran zêde barî, mozvan li bendê ne ku xêra bereketa îsal zêde be.

Serokê Yekîtiya Xwediyên Mozan a Hekariyê Fazil Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr nêzî 750 mozvan hene, li bajêr kesên ku bi vî karî ra mijûl dibin, her ku diçe zêde dibe.

Durmuş diyar kir ku mozvan li gor av û hewayê mozên xwe dibin bajarên din jî û wiha dewam kir: "Gelek mozvan zivistanê mozên xwe dibin bajarên kêleka qeraxên behrê yên wek Edene, Mugla, Hatay û Mêrsînê. Havînê jî cardin berê xwe didin bajarê me."

Durmuş diyar kir ku li herêmê cureyên nebatan pir zêde ne û ji sedî 70yê hilberîna hingivê Hekariyê yê navçeya Şemdînliyê ye û navçe bi hingiv, polen, şîrê mozan, jehra mozan û propolîsê va piştgiriyê dide aboriya welêt.

Mozvan Azat Yilmaz jî got ku ew li cem bavê xwe fêrî mozvaniyê bû û 16 sal e vî karî dike û wiha dewam kir: "Ji dervayî welêt û nav welêt gelek kes vî hingivî dixwazin. Mişteriyên me yên ku vî hingivî dikirin, gelek jê razî ne."

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE