Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li Şemdînliya navçeya Hekariyê şepe ket û eskerek şehîd bû, xebatên lêgerîna eskerekî dewam dike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn, li navçeya Şemdînliyê berfê rêya baregehekê girt û ji bo vekirina rê xebat hatin kirin û wê demê şepe ket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 2 esker di binê şepê da man, eskerek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebû û şehîd ket.
Li gor daxuyaniyê xebatên lêgerîn/xelaskirina eskerê binê şepê dewam dike û wiha hat gotin: "Vê bûyerê em pir xemgîn kirin û Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serê malbata wî, Artêşa Türkiyeyê û miletê me yê esîl sax be, Xwedê sebrê bide."
- Walî Akbiyik xebatên lêgerîn û xelaskirinê kordîne dike
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Hekariyê hat dayîn, li Şemdînliyê berfê rêya baregehekê girt û wexta ku makîneyên kar ên eskerî rê vedikir, şepe ser makîneyan da ket û du esker di binê şepeyê da man.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku yekîneyên hidûd, Tîmê JAKê yê Hekariyê û personelên AFADê yên li herêmê demildest şandin cihê bûyerê û wiha hat gotin:
"Personelekî me giran birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê, lê digel hemû midaxaleyan şehîd bû. Vê gavê Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik li cihê bûyerê ye û xebatan kordîne dike, ekîbên AFADê yên Hekarî, Wan, Erziromê, tîmê JAKê yên Hekariyê bi tevahî 37 personelên pispor, yekîneyên hidûd û cendirmeyan li herêmê xebatan didomînin ku personelê me yê din ê binê şepê xelas bikin. Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serê malbata wî, Artêşa Türkiyeyê û miletê me yê esîl sax be, Xwedê sebrê bide."
AA