Li Semsûrê ji aliyê Midûriya Afat û Rewşa Lezgîn tetbîqata erdhejê hat kirin. Ekîb û saziyên ku beşdarî tetbîqatê bûn welatiyên di bin enqazê de mabûn bê pirsgirêk xilas kirin.
Li Semsûrê Midûriya Afat û Rewşa Lezgîn di çarçoveya amadehiyên erdhejê de tetbîqateke berfireh li dar xist.
Ji xeynî ekîbên midûriyê, ekîbên AFAD, UMKE, polîs û cendirmeyê jî beşdarî tetbîqatê bûn û piştgirî dan xebatan.
Di çarçoveya tetbîqatê de 8 kesên ku di bin enqazê de mabûn, ji aliyê ekîban yeko yeko hatin xilaskirin.
Tetbîqata erdhejê bi awayekî serkeftî û bê pirsgirêk xilas bû.