Mizgîniya Biharê guldexwînan kulîlk vekirin.. Bi vê mizginiya biharê re li herêmê kar û barên gundiyan jî zêde bûn… cotkarên şemzînanî piştî ku karên xwe biqedînin jî dê biçin zozanan..
Êdî ji çar aliyên welêt dîmenên rengîn tên ser ekranê..
Li Şemzînana Colemêrgê berf heliya… deşt û zozan şîn û rengîn bûn…
Di nav van dîmenên xweşik de herî zêde jî mizgîniya biharê gûldexwîn balê dikşînin.
Bi bereketa xwezayê re kar û barên gundiyan jî zêde bûn…
Li herêmê bi mehan e riyên zozanan hatibûn girtin.
Şêniyên herêmê dixwazin piştî kar û barên li navçeyê, berê xwe bidin zozanan.