Di zivistanê de hewa sar dibe û welatî sobe û kalorîferan pê dixin. Hewa qirêj dibe û hema bêjin ewrek dadikeve ser bajêran. Li Hakkariyê jî jı ber dûyê sobe û kalorîferan asîman tarî bû.
Wezareta Hawirdor û Bajarwaniyê bajarên ku hewaya wan qirej e eşkere kirin. Di nav van bajaran de digel bajarên mezin Hakkari jî hebû.
Li Hakkariyê bi hatina zivistanê re welatiyan sobe û kalorîfer jî pêxistin.
Ji ber dûyê sobe û kalorîferan li ser bajêr mij û dûman çêbû. Ev jî ji bo tenduristiya însanan tiştekî bi talûke ye.
Li bajêr bikaranîna gaza sirûştî dest pê kiriye; lê hêj gaz nehatiye her derê bajêr.
Welatî dibêjin ger li bajêr gaza sirûştî zêdetir berbelav bibe wê pirsgirêka hewaya qirej çareser bibe.