Li ser berfê lîstika cirîdê

Ciwanên Karsê bi kêf û şahiyeke mezin cirîdê dilîzin.

Li ser berfê lîstika cirîdê

Li Karsê hewa gelek sar e û li erdê berf heye. Digel hewaya di bin sifirê de 30 pîleyî, ciwan dev ji lîstika cirîdê bernadin. Li ser berfê hesp baz didin.

Li Karsê di hewaya sar de ciwan bi lîstika cirîdê kêf dikin. Hemû siwar, dibin 2 tîm.

Herdu tîm bi du tûran lîstika bav û kalan dilîzin.

Digel hewaya sar, hewaya di bin sifrê de 30 pîleyî ciwan dev ji lîstika cirîdê bernadin.

Wisa sar e ku pirça hespan jî qeşa digre. Ciwan ji bo germ bibin agir vêdixin.

Hesp baz didin, ciwan diqêrin, ev yek strêsê tune dike.

Car caran ji hespê bikevin jî ciwan dev ji lîstikê bernadin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE