Li ser çemê Xabûrê spora raftîngê

Şirnak êdî ne bi terorê bi fealiyetên sporê derdikeve pêş

Li ser çemê Xabûrê spora raftîngê

Xwezaya Şirnexê her ku diçe zêdetir balê dikşîne û li bajêr îmkana gelek sporan heye. Li Beyşebabê wekî her sal îsal jî organîzasyona spora raftîngê hat li darxistin. Îsal organîzasyon ji bo bîranîna 118 şehîdan hat lidarxistin. Ligel sporvanan rayedar û welatî jî beşdarî organîzasyonê bûn.

Her sal li Beyşebaba Şirnexê li ser Çemê Xabûrê organîzasyona raftîngê tê kirin.

Organîzasyona raftîngê ya îsal ji bo bîranîna 118 şehîdan hat lidarxistin.

Rayedar û welatiyên bajêr jî bi kelecaneke mezin li vê spora balkêş temaşe kirin.

Di organîzasyonê de tevdîrên koronayê jî nehatin jibîrkirin. Ji ber şewbê îsal girîngî hat dayîn maske û mesafeya civakî.

Gelê bajêr jî dixwaze navê Şirnexê êdî ne bi terorê bi fealiyetên spor û civakî derkeve pêş.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE