Li ser Çiyayê Agiriyê berf heye, li pêşa wê payîz e

Li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ji ber cudahiyên raqimê zivistan û payîz bi hev ra ne

Li ser Çiyayê Agiriyê berf heye, li pêşa wê payîz e

Li Parqa Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ji ber cudahiyên raqimê zivistan û payîz bi hev ra ne.

Bilindahiya Çiyayê Agiriyê 5 hezar û 137 mêtre ye û çiyayê herî bilind ê welêt e. 

Parqa neteweyî ku Çiyayê Agiriyê jî di nav da ye, 88 hezar û 104 hektar e û ji ber ku di nav parqê da hin cih bilind û hin cih nizim in, şertê îqlimê jî tê da diguherin. 

Ji ber ku ser tepa wê berf heye zivistanê tîne bîra meriv, ber bi pêşên wê va jî payîz heye. Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ji turîstên xwecî û biyanî xalî nabe.

Li parqa neteweyî heta roja îro 385 cure heywan lê hatin tesbîtkirin, ji 100î zêdetir cureyên çûkan, 52 nebatên endemîk, heywanên dirinde, û mişk û mar lê hene.

Parqa neteweyî her demsal bala ziyaretvanên dikşîne.

Midûrê Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî yê Îdirê Mete Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Parqa Neteweyî ya Agiriyê ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê dewlemendiyeke girîng e.

Turkoglu diyar kir eleqeya ser parqa neteweyî roj bi roj zêdetir dibe û wiha dewam kir: "Parqa Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê di sala 2004an da wek parqa neteweyî hat îlankirin û li Tirkiyeyê parqa neweyî ya herî mezin e. Ji sedî 70yê parqa neteweyî dikeve nav sînorên Îdirê."

Turkoglu diyar kir li pêşa çiyê îqlima Behra Spî heye, her ku bilind dibe îqlim jî diguhere.

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE