Li serê Çiyayê Nemrûdê zivistan e li quntara wê hewaya biharê heye

Li serê Çiyayê Nemrûdê ji ber berfê sezona turîzmê hat girtin û peyker ji ber berfê "ketin xewa zivistanê" lê li quntara çiyê hema bêje hewaya biharê heye.

Li serê Çiyayê Nemrûdê zivistan e li quntara wê hewaya biharê heye

Turîstên ku ji bo dîtina Çiyayê Nemrûdê ya di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye bibînin tên herêmê ji ber ku li çiyê berf heye cihên dîrokî yên li quntara çiyê digerin.

Li serê Çiyayê Nemrûdê ji ber berfê sezona turîzmê hat girtin û peyker ji ber berfê "ketin xewa zivistanê" lê li quntara çiyê hema bêje hewaya biharê heye.

Ji aliyê din va turîstên ku ji bo dîtina Çiyayê Nemrûdê hatin herêmê ji ber berfê nikarin derkevin lûtkeya çiyê.

Ziyaretvan Tumulusa Karakuşê, Pireya Cendereyê, Kelha Kahtaya Kevin û Bajarê Antîk ê Arsemîayê yên li quntara Nemrûdê ziyaret dikin.

Kesên ku wek qefle cihên dîrokî yên li quntara Çiyayê Nemrûdê ziyaret dikin li Tumulusa Karakuşê bi dîmenên Nemrûda biberf a ku ji dûr va xuya dike dikşînin.

Mustafa Ekînciyê Midûrê Çand û Turîznê yê Bajêr ku ji qefleyê ra hevaltî dikir daxuyaniyek da û diyar kir ku vê sezonê 160 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir. Ekîncî got ev jimar, reqama herî bilind a 20 salên dawî ye.

Ekîncî got li Çiyayê Nemrûdê zivistan heye lê li quntara wê hewaya biharê heye û ev yek jî kêfxweşiyê dide û ev yek jî derfetê dide ku turîst bikarin li herêmê bigerin.

Hakan Firatê ku ji Îzmirê hat Adiyemanê jî got ku berê çend caran derket Nemrûdê lê cara ewil li van cihên dîrokî yên li quntara Nemrûdê yên ku wekî muzeya servekirî ye digere.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE