Li ser darê xanî çêkir

Kalê 87 salî ji bo bêhna xwe vede ji xwe re maleke darîn çêkir

Li ser darê xanî çêkir

Nusret Gürz 87 salî ye. ji bo havînan bêhna xwe vede û rehet bibe li ber mala xwe ji xwe re li ser dara tûyê xaniyek çêkir. gurz demên xwe yên vala li mala xwe ya darîn derbas dike.

Ji germê aciz bû û li ser darê ji xwe re malek çêkir.

Nusret Gürzê Elezîzî yê 87 salî, di demên xwe yên vala de dertê mala xwe ya li ser dara tûyê.

Li wir bîna wî fireh dibe û kêf dike.

“Ez bela sebeb xeber nadim, ez li vir çaya xwe vedixwim, bîna xwe vedidim. Ez 87 salî me, jixwe diyar e. Ev 5 sal in ez li vir bêhna xwe vedidim.”

kalê 87 salî havînan wextê xwe yê vala di mala xwe ya darîn de derbas dike.

Gürz dibêje mala min biçûk e lê hizûra wê heye.

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE