Li Bitlisê 60 hezar darên kizwanan bi darên fistiqan hatibûn tamandin. Niha li bajêr cotkar fistiqên xwe berhev dikin. Bi saya projeya aşiyê, li herêmê hilberîna fistiqan zêde bû.
Li Bitlisê, li baxçeyên fistiqan xebatkar bênavber dixebitin.
Midûriya Çandin û Daristanan a Bilîsê par û pêrar li 40 gundan darên kizwanan bi darên fistiqan tamandibûn.
Çiqil şîn bûn fisteq girtin û niha li herêmê cotkar fistiqên xwe berhev dikin.
Lîgorî texmînên rayedaran îsal li seranserê Bitlisê wê 300 ton fisteq bê berhevkirin.
Bi projeya tamandinê li herêmê baxçeyên fistiqan zêde bûn.
Bi vê yekê re him bihayê fistiqan daket him jî qezenca cotkaran zêde bû.