Li ser derbeya 12ê Îlonê ya lekeya reş a demokrasiyê ra 41 sal derbas bû

Kodnavê derbeyê wekî "Herekata Alayê" hat kifşkirin û ji bo sepandina plana derbeyê di 11ê Tîrmehê di saet 04.00î da ji fermandarên artêşê fermana derbeyê hat dayîn.

Li ser derbeya 12ê Îlonê ya lekeya reş a demokrasiyê ra 41 sal derbas bû

 Derbeya 12ê Îlonê ku Tirkiye ji her alî va paş xist, îdam, miemeleya xerab û binpêkirina mafên mirovan hê nehaniye jibîrkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê da hev, amadehiyên 12ê Îlonê nêzî 4 mehan dewam kir.

Kodnavê derbeyê wekî "Herekata Alayê" hat kifşkirin û ji bo sepandina plana derbeyê di 11ê Tîrmehê di saet 04.00î da ji fermandarên artêşê fermana derbeyê hat dayîn.

Hikûmeta ku Suleyman Demirel serokwezîrê wê bû, di 2yê Tîrmehê da reya pêbaweriyê hilda û li ser vê derbekaran plan taloq kir.

Dema ku dîrok bû 12ê Îlonê, plana ku berê Tirkiyeyê dida tarîtiyê, bi heman navî destê sibehê kirin rewacê.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya derbekar ku ji Sererkan Orgeneral Kenan Evren, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Nurettîn Ersîn, Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Tahsîn Şahînkaya, Fermandarê Hêza Deryayî Oramîral Nejat Tumer û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê Orgeneral Sedat Celasun pêk dihat, hemû raye kirin destê xwe.

Derbekaran li gor qanûnan bingehîn tevnegeriyan, paşê Meclis ji holê rakir û fealiyetên xwe yên nedemokratîk domandin.

Piştî ku li tevahiya welêt kargeriya pihêtkirî hat îlankirin, derbekaran saziyên civaka sivîl kirin hedef, ji bilî Saziya Esmanî ya Tirk, Saziya Parastina Zarokan û Heyva Sor, fealiyetên komeleyan dan sekinandin.

Derbekaran quflik li deriyên partiyên siyasî xistin û Suleyman Demirel, Bulent Ecevît wekî sirgûn şandin Hamzakoyê, Necmettîn Erbakan û Alparslan Turkeş jî şandin Uzunadayê û ji bo wan qedexeya siyasî anîn.

Derbekaran roj bi roj kirinên nedemokratşk dikirin û biryarên gelek îdamên ku nayên jibîrkirin, dan.

Dema ku dîrok bûbû 9ê cotmeha 1980yî Necdet Adaliyê çepgir û Mustafa Pehlîvanogluyê mengîwer hatin îdamkirin.

Beriya derbeyê Erdal Erenê 17 salî bi hinceta ku erekî înzîbatê eskerî kuşt û mehkûm bû. Paşê cezayê îdamê lê hat birîn.

Hukmê îdamkirina Eren her çend ji aliyê Mehkemeya Temyîzê va 2 caran hatibe betalkirin jî, bi biryara ku Konseya Ewlehiya Neteweyî da va emrê wî hat zêdekirin û di 13ê berfanbara 1980yî da li Girtîgeha Ulucanlarê ya Enqereyê hat îdamkirin.

Digel kiryarên xwînî, demokrasî di vê pêvajoyê da hildan asqiyê, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 210 hezar doz hatin vekirin û 230 kes hatin darizandin, ji bo 7 hezarî zêdetir kesan îdam hat xwestin. Di vê pêvajoyê da seba 517 kesan cezayê kuştinê hat dayîn û 50 kes hatin îdamkirin.Ji bo dehan rojnamegeran heta hezaran salan cezayê hebsê hat xwestin.

Di vê pêvajoyê da 14 hezar kes ji welatîbûna Komara Tirkiyeyê hatin derxistin, 30 hezar kes jî bi îdiaya ku "gumanbar" in, ji kar hatin derxistin.

Di 12ê îlonê da jiyana çand û hunerê jî kirin hedef û nêzî hezarî fîlm hatin qedexekirin.

Doza li ser derbekaran

Fermandarên derbekar mecliseke şêwirdariyê kifş kir û vê meclisê makezagonek amade kir û makezagonê bi refenaduma "plankirî" va ji sedî 92 dengê erê hilda.

Evren û derbekarên din "madeya 15emîn a berwext" li destûra derbeyê zêde kirin, bi vê va mafê parêzbendiya heta mirinê bi dest xistin û li hemberî darizandineke muhtemel rê birîn.

Lêbelê madeya 15emîn a berwext a "Endamên Konseya Ewlekariyê nayên darizandin" bi referanduma 12ê Îlona 2010an ji Destûrê hat derxisitn. Bi vî awayî rê li ber darizandina derbekaran hat vekirin.

Rojek piştî referandumê li çaraliyê Tirkiyeyê der heqê berpirsên derbekaran û her wiha yên emrê wê dan da gelek kes gilîdar bû.

Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Evrenê ku wê demê li heyatê bû û der heqê Şahinkaya da lêpirsîn hat vekirin.

Îdianameya der heqê Evren û Şahinkaya da hat amadekirin, 10ê Rêbendana 2012an ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 12emîn hat qebûlkirin.

Herdu derbekar bi sûcê "Jiholêrakirina Destûra Komara Tirkiyeyê û her wiha jiholêrakirin û astengkirina fealiyetên Meclisê" va hatin tawanbarkirin.

Evren û Şahinkayayê ku bi hinceta tenduristiyê beşdarî danişînan nebûn, di parastinên xwe yên bi rêya vîdeo konferansê da tawanbarkirin qebûl nekirin, îdia kirin ku ew desthelata damezirîner in û dadgehên heyî nikarin wan darizînin.

Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 12emîn cezayê "hebsa muebeta girankirî" da Evren û Şahinkaya.

Dadgehê bi daxistina teqdîrê va ceza vegerand "hebsa muebetê".

Ji xeynî vê ji bo jêvekirina rutbeyên van herdu derbekaran biryar hat dayîn ku hukmên têkildar ên Qanûna Cezayê Eskerî werin cîbicîkirin.

Piştî biryarê, parêzerên berşikan biryar temyiz kirin. Dosya gava li Dadgeha Bilind bû, Evren 10ê Gulana 2015an di 98 saliya xwe da, Şahinkaya jî 9ê Tîrmeha 2015an di 90 saliya xwe da mirin.

Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind di lênihêrîna temyizê da ji ber mirina berşikan, biryara bidawîkirina dozê dan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE