"Li ser dewlemendiyên li Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Li ser çavkanî û dewlemendiyên li Sûriyeyê ji xeynî xelkê Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye."

"Li ser dewlemendiyên li Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Li ser çavkanî û dewlemendiyên li Sûriyeyê ji xeynî xelkê Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye."

Çavuşoglu û Hadî Soleîmanpourê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Aboriyê piştî Civîna Konseya Wezîran ya 24emîn ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona daxuyaniya Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ku hatibû gotin qezenca qadên neftê yên li Sûriyeyê ku di destê Amerîkayê da ne ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ji YPG/PKKya rêxistina terorê pêk tê ra diçe wiha got: "Bi taybetî eşkereyî dibêjin û îtiraf dikin ku ji bona rezervên neftê li wir in. Em dibînin ku bi vê qezencê jî piştgiriyê didin rêxistinên terorê yên mîna YPG/PKKyê."

Çavuşoglu got ku li ser çavkanî û dewlemendiyên li Sûriyeyê ji xeynî xelkê Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye.AA

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE