Li ser dîmenan 3 hezar û 500 seatî lêkolîn hat kirin

Ji 80 cihî 147 kamerayan her tevgerdariya tîma kuştinê qeyd kiriye...

Li ser dîmenan 3 hezar û 500 seatî lêkolîn hat kirin

Tîma ku ji bo kuştina Cemal Kaşikçi ji Erebistana Siûdî hatibû Tirkiyê, ketin ber kamerayan. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser bi sedan dîmenan lêkolîn hat kirin.

Serdozgeriya Komara Stenbolê lêkolîna li ser kuştina Cemal Kaşikçi didomîne.

Di çarçoveya lêpirsînê de polîs û personelên saloxgeriyê ji bo ku sûcdar aşkere bibin, xebatên xwe zêde kirin.

Niha li ser kamerayên ewlehiyê yên li derdora seferatê, lêkolîn tê kirin.

Li 80 cihan 147 kamera hene ku bi van kamerayan 3 hezar û 500 seat dîmen hatiye kişandin. Hêzên ewlehiyê niha li ser van dîmenan lêkolîn dikin.

Ji Erebistana Siûdî 15 kes ji bo ku Cemal Kaşikçi bikujin hatibûn Stenbolê.

Di lêkolînan de tîma kuştinê gav bi gav çi kirine hatin tespîtkirin. Her wiha hat tespîtkirin ev 15 kes beriya vê jî hatine Tirkiye.

Dema ku ketin sefaretê û avahiyê, hatin û çûyîna wan a ji balafirgehê jî ketine ber kamerayan.

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE