Zarokên gundê miqreyê yê Midyadê, her roj li baxçeyê dibistanê dicivin û bi hev re pirtûkan dixwînin. Zarokan navê dîwêr jî kirine “dîwarê xwendinê”.
Ev der gundê Miqreyê yê Midyada Mardînê ye.
Wekî bi milyonan mekteban, deriyê Dibistana Seretayî ya gund jî girtî ye.
Lê dîsa jî xwendekarên gund her roj di seateke diyar de li vir tên ba hev.
Ewilî ligel mamosteyên xwe sporê dikin,,
Pişt re jî li derve, bi hev re pirtûk dixwînin.
Zarok li baxçe, li gorî tevdîrên koronayê rûdinin.