Li ser girê Zirnekolê dê xebatên arkeolojiyê bên kirin

Li Ercişê beriya 2 hezar 600 salî bi rêk û pêk bajarekî komî û nîzamî ava kirine.

Li ser girê Zirnekolê dê xebatên arkeolojiyê bên kirin

Girê Zernakî an jî Zirnekolê yê li Ercişa Vanê. Beriya niha 2 hezar û 600 salî li ser vî girî bajarekî bi rêk û pêk ava kirine. Tê gotin ku nifûsa vî bajarî di wê demê de 70 hezar bûye. Ji zanîngeha Vanê pispor û akademîsyenên arkeolojiyê niha wê li ser vî bajarê dîrokî xebatan bikin.

Girê Zirnekolê li gundê Êrşada Ercişê ye.

Girê Zirnekol ango Zernakiyê beriya 2 hezar û 600 salî wekî bajarekî nîzamî û bi rêkûpêk hatiye avakirin.

Bajar dema ji hewayê ve tê dîtin, kolan û kûçeyên bajêr çargoşe û xetên di nav bajêr de jî di texmekê de ne.

Ji bo bajarê dîrokî derkeve meydanê Wezareta Turizmê, Walîtî û Zanîngeha Wanê wê bi hev re dest bi xebatên arkeolojiyê bikin.

Akademîsyenê Zanîngeha Vanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoğlu got ev bajar nîşanî me dide ku çanda avahîsaziyê ji herêmê çûye Ewropayê.

Prof.Dr. Rafet Çavuşoğlu: Ez dixwazin li ser vê yekê bisekinim. Ev der xuya dike ku bi awayekî rêkûpêk li Anadolê bajarê ewil hatiye avakirin. Ev gelek girîng e û dibe ku pê re lîteratura dîrokê biguhere. Ev bajar nîşanî me dide ku çand ji vir çûye rojava û Ewropayê. Em dikarin vê yekê bi dilrehetî bibêjin.

Di xebatên kifşê de pisporê arkeolojiyê û rayedarên bajêr jî li qadê bûn.

Rektorê Zanîngeha Vanê PROF. DR. Hamdullah Şevli: Zernakî an jî Ayanis û Kelheya Wanê bi rastî jî ev der dîrok bi xwe ye. Em çiqas dikolin ji dîrokê tiştekî nû dertê. Em ê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên xwe bidin destpêkirin. Em dixwazin li ser Urartuyan Sempozyumeke Navnateweyî jî çêbikin.

Parlamenterê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî ligel şandeya zanîngehê bû, Arvas got ji bo bajarê me yê qedîm çi ji destê me em ê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE