Li ser Gola Çildirê perwerdeya ajokariyê hat dayîn

Piştî temamkirina perwerdeyê pîlotên taximê li ser golê çalakî li dar xistin û vê carê teknîkên ajokariya pêşketî hînî welatiyên ji herêmê kirin.

Li ser Gola Çildirê perwerdeya ajokariyê hat dayîn

Rûyê Gola Çildirê ya di navbera sînorê Erdexan û Qersê da bi tevahî cemidî, pîlotên taximên pêşbaziyê perwerdeya xwe temam kirin, paşê jî perwerdeya ser qeşayê dan welatiyên li herêmê dijîn.

Şirketeke wesayîtan a xwest li Gola Çildirê wesayîtên xwe bide nasîn, wesayît û lastîkan di şertên zivistanê da biceribîne li parkurên dora Qersê wesayîtên xwe dide ajotin. Taxima pêşbaziyê ya şirketê perwerdeya ajokariya li ser cemedê da mişteriyên xwe yên ji çaraliyên Tirkiyeyê hatine.

Piştî temamkirina perwerdeyê pîlotên taximê li ser golê çalakî li dar xistin û vê carê teknîkên ajokariya pêşketî hînî welatiyên ji herêmê kirin.

Welatiyên bi wesayîtên xwe perwerde dîtin paşê li wesayîtên pîlotan ên lastîkan bi mix avêtinê siyar bûn.

Neslîhan Guvena perwerde dît diyar kir ku li Qersê zivistan bi zor û zihmetî derbas dibe, feydeya perwerdeyên wiha gelekî hene.

Guvenê destnîşan kir ku rêyên herêmê zivistanê berf û cemedê digrin û wiha pê da çû: "Ev perwerde ji bo me firsendeke mezin e. Me firsend dît û ji pîlotên şampiyon dersa ajotina şertên zor hilda. Em ê di siberojê da teknîkên pêşketî yên ajokariya ewladar li rêyan bidomînin."

Elîf Tancaya kordînatora taxima pêşbaziyê jî diyar kir ku 7 sal e li Gola Çildirê perwerdeyê didin.

"Em ajokariya ewle rayê merivan didin. Em jî xebata xwe didomînin. Me îsal gaveke teze avêt û û perwerdeya ajokariya pêşketî da gelê Qersê. Welatî bi wesayîtên xwe derketin parkurê û ji pîlotên me yên şampiyon ders dîtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE