Li ser Gola Vanê kêfa bi kaşkaşoka avê

Welatiyên ji bona gerê diçin Adilcevaza Bitlisê li Parka Sukayê ku 5 sal berê hat vekirin bi kaşkaşoka avê kêf dikin.

Li ser Gola Vanê kêfa bi kaşkaşoka avê

Welatiyên ji bona gerê diçin Adilcevaza Bitlisê li Parka Sukayê ku 5 sal berê hat vekirin bi kaşkaşoka avê kêf dikin.

Gola Vanê ku bi perav û plajên xwe li herêmê ji bona turîzmê dereke muhîm e welatî di germ û kelekela havînê da eleqeyeke mezin nîşan didin.

Welatiyên ji bona gerê diçin Adilcevazê li ser Gola Vanê bi kaşkaşoka avê kêf dikin.

Welatiyên ji bajar û navçeyên derdorê ji bona ziyaretê tên Adilcevazê li ser Gola Vanê bi kaşkaşoka avê kêf dikin yan jî li hember menzereya Çiyayê Sîpanê Xelatê û Keleha Kefê ya dîrokî li jet skiyê siwar dibin.

"Navçeya me ji bona kesên ji kelekel û germê aciz dibin bajaroka betlaneyê ye"

Kiyasettîn Bîçerê kargêrê Parka Sukayê destnîşan kir Parka Sukayê ku di 2015an da bi hewldanên Vahît Kîlerê Parlamenterê Bitlisê yê AK Partiyê hat avakirin 575 mêtro dirêj û ji 5 kutekan pêk tê û wiha axivî: "Adilcevaz ji bona kesên li Diyarbekir, Batman û Siirtê ji kelekel û germê aciz dibin bûye bajaroka betlaneyê. Xelk li vir dikevin avê û bi kaşkaşoka avê kêf dikin. Ji xeynî kaşkaşoka avê li ser golê gera bi kelekan, rîngo û jet skiyê heye. Ji bona welatiyên me yên dixwazin ji Ankara, Îstanbul û Îzmirê werin dereke dûr nîne. Balafirgeha Mûşê 140 û Balafirgeha Wanê 160 kîlomêtro dûr e. Kesên bixwazin werin em dikarin bi îmkanên xwe wan ji balafirgehê bînin."

Bîçer destnîşan kir kesên bên navçeyê dikarin di ava paqij ya golê û hewaya xwe da betlaneyeke xweş derbas bikin û wiha peyivî: "Ji ber pandemiyê bira kes netirse. Herêma pak û hijyenîk e. Peravên herî xweş yên Gola Vanê li Adilcevazê ne. Kesên dixwazin derkevin betlaneyê em dixwazin bira werin Adilcevazê ."

Kiyasettîn Bîçer diyar kir li herêmê ji bona gerê ji xeynî golê Çiyayê Sîpanê Xelatê heye û wiha got: "Gelek ciyên ji bona gerê hene. Em dixwazin xelk bên Adilcevazê û Gola Vanê."

"Em dixwazin xelk bên serdana vir"

Yunus Edoganê ji Vanê hatiye û li kaşkaşoka avê siwar dibe got ku em gelek memnûn mane û em dixwazin careke din jî werin.

Yekta Erdoganê bi birayê xwe ra hatiye destnîşan kir gelek muhîm e ku li ser Gola Wanê xebatên wiha bên çêkirin û wiha axivî: "Em dixwazin xelk bên serdana vir. Kêfa me ji tesîsê ra hat. Av û hewaya Gola Vanê zehf xweş e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE