Li ser goran sepana koda QR’ê

Kesên ku tên ser goran dikarin dîroka mezelan hîn bibin

Li ser goran sepana koda QR’ê

Qeymeqamtiya Navçeyê li goristana selçukiyan li ser kevirên goran koda-qr’ê bi cih kir. Proje dê ji bo gelek cihên dîrokî bibe mînak.

Qeymeqamtiya Xelatê û Ajansa Piştgiriyê ya Herêma Serhedê li goristana Selçuqiyan, projeyeke balkêş da destpêkirin.

Ji bo danasîna goristana dîrokî li ser kevirên mezelan pergaleke teknolojîk hat bicihkirin.

Şaredarê Ahlatê Abdulalim Mümtaz Çoban: “Kesên ku dê bên serdana goristanê, bila ji pêş ve bernameyê li telefona xwe bar bikin. Gava hatin vir jî wê bi saya vê teknolojîyê hîn bibin ka gora ya kê ye, hostayê ku kevir çêkiriye kî ye û li ser çi dinivîse.”

Bi vê teknolojiyê, kesên ku tên ser qebran, dikarin Koda QR’ê ya li ser keviran bi telefonê bidin xwendin û bi saya vê dîroka goran hîn bibin.

Ev projeya teknolojîk dê ji bo gelek cihên dîrokî bibe mînak.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE