Li ser motor û traxtoran li şebekeya telefonê digerin

Ji bo ku bi nas û xizmên xwe re biaxivin diçin ser gir û çiyayan...

Li ser motor û traxtoran li şebekeya telefonê digerin

Ji bo xwe bigihînin xizm û nasên xwe yên li xerîbiyê, derdikevin ser mînare û çiyayan. Li gundê norkaxaka mûşê şebekeya telefonê qels e. Gundî bangî rayedaran dikin ku vê kêmasiyê çareser bikin.

Gundiyên Norkaxaka Tila Mûşê li ser motor û traxtoran, li şebekeya telefonê digerin.

Lewra li gund ji ber ku şebeke tuneye welatî nikarin bi telefonê biaxivin.

Gundî bangî rayedaran dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin da ew jî li ser gir û çiyayan li şebekeyê negerin.

Ev der jî yekane cih e ku şebekeya telefonê lawaz be jî lê heye.

Şêniyê Norkaxakê li vir ji xwe re holikek çêkiriye ku bi rehetî bi nas û xizmên xwe re bipeyîve.

dibêjin tunebûna şebekeyê dibe sedema gelek probleman û bila rayedar alîkariya me bikin.

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 10:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE