Îsal ji ber tevdîrên koronavîrûsê miqabeleyên li mizgeftan hatin betalkirin. Ji bo vê, welatiyên ku dixwazin xitmê bikin berê xwe dan înternetê û li ser wê cuzên xwe dixwînin.
Koronavîrûsê wek jiyanê şiklê hin îbadetan jî guhert.
Muqabeleya ku di Remezanê de li mescid û mizgeftan dihat kirin, ji ber tevdîrên şewbê îsal betal bû.
Lêbelê welatiyan çereseriyeke din dîtin û ji bo xitma Qur’ana Pîroz, berê xwe dan înternetê û li wir dest bi xwendina cuzan kirin.
Welatî dibêjin: “Her çiqas zewqa muqabeleya ligel hafiz û melayan nede jî, xwendina li ser înternetê jî gelek baş û rehet e.”