Endamên navenda ciwaniyê ya Batmanê li ser pira malabadê pirtûk xwendin. Koma ciwanan ji bo ku him bixwînin him jî xwendina pirtûkan teşwîq bikin ev çalakî li dar xistin.
Navenda Ciwaniyê ya Batmanê gelek caran li ciyên cuda çalakiya xwendina pirtûkan li dar dixe.
Bi vê yekê tê xwestin ku ciwan dev ji xwendina pirtûkan bernedin.
Vê carê jî ciwanan li ser Pira Malabadê pirtûk xwendin.
"em hewl didin ku ciwanên me her tim pirtûk bixwînin û em ji bo wan pirtûkan temîn dikin. Beriya şewbê me nêzî 500 caran ev faeliyet kirin, lê ji ber şewbê bi tenê 200 faelietên me çêbûn. Li gorî rêzikên şewbê em xebatên xwe didomînin."
Bi vê yekê him pirtûk dixwînin him li qadên dîrokî digerin him jî gel ji bo xwendina pirtûkan teşwîq dikin.