Li ser riya M4ê dê dewriyeyên hevpar bên avêtin

Di navbera Turkiye û Rûsyayê de hurgiliyên dewriyeyên hevpar û herêma ewle tên nirxandin.

Li ser riya M4ê dê dewriyeyên hevpar bên avêtin

Li Moskowa Rûsyayê ji bo ku erîşên rejîma Esed ên li herêma îdlibê bên sekinandin di navbera Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serok Dewletê Rûsyayê Viladîmîr Pûtin de civînek hat kirin. Di vê çarçoveyê de di 5ê adarê de agirbest hat îlankirin. li gorî mutabaqatê li ser riya m4ê jî dewriyeyên hevpar dê bên kirin..

Hêzên rejîma Esed mutabaqata Soçiyê bin pê kiribûn û bi vî awayî jî erîşên xwe yên li herêma Îdlibê domandibûn.

Turkiyeyê jî ji bo ku rê li ber erîşên rejîma Esed bigre him di warê dîplomasiyê de him jî li ser qadê hemû gavên hewce avêtin.

Herî dawî di navbera Serok Erdoğan û Pûtîn de li Moskowê civînek hat kirin.

Piştî civînê li herêma Îdlibê agirbest hat îlankirin û biryar hat dayîn ku li wir herêma ewle were avakirin.

Ji ekîba TRT Kurdiyê nûçegihan Alaattîn Geçer û Kameraman Alî yoldaş çûn ser riya m4ê û hêrêma ewle kişandin.

Li gorî biryarê li ser riya M4ê dê dewriyeyên hevpar bên avêtin.

Dewriye ji Trumbaya Seraqîbê bigrin heya Aîn El Havrayê li ser qadeke 80 kîlometreyî dê bê kirin.

Him li başûr 6 kîlometre him jî li bakur 6 kîlometre li ser riya M4ê dê herêmeke ewle jî bê avakirin.

Di vê çarçoveya de dê xelkê ku cî û warên xwe terikandiye jî bikaribe vegere ser mal û mlkên xwe.

Niha di navbera Rûsya û Turkiyeyê de hurgiliyên dewriyeyên hevpar û herêma ewle tên nirxandin.

Di 15ê Adarê de jî hemû hurgilî dê diyar bibin û dewriyeyên ewil jî wê bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE