Li ser riya trênê qeza çêbû

Li ser xeta Gebze û Halkaliyê 2 wesayîdên kontrolê li hev qelibîn...

Li ser riya trênê qeza çêbû

Li Stenbolê 2 wesayîdên ku li ser xeta trênê kontrol û testê dikirin li hev qelibîn.

Li devera Floryayê, li ser xeta Gebze û Halkaliyê qeza pêk hat.

Lokomotîfa şîrketeke taybet gava ceribandinê dikir, li wesayîda ku xeta cereyanê bi cih dike, qelibî.

Walitiyê derbarê qezayê de daxuyanî da.

Kesê ku di wesayîdê de ase mabû, hatiye xilaskirin.

Xebatên li cihê bûyerê dewam dikin.

Ji bo ku seferên di navera Gebze û Halkaliyê de vebibe, ev demek e li ser xetê kontrol û test tên kirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE