Li Ulaşa navçeya Sivasê li ser rûyê Gola Tecerê (Kellah) ya zîha bûye tenê tebeqeya xoyê ma ku pir balê dikşîne.
Gola Tecerê ya ku 5 kîlomêtro dûrî navçeyê ye havînan ji ber germê zîha dibe.
Îsal jî ji meha hezîranê pê va gola avê vekişiya û li ser rûyê golê tenê tebeqeya xoyê ma.
"Em di zarokatiyê da dihatin vir û me serê xwe dişûşt"
Serokê Komeleya Mixtaran a Ulaşê Vahap Seyhan got di salên 90î da gol hêdî hêdî zîha bû û wiha axivî: "Beriya sala 1990î gol pir bicoş bû, xweş bû û wek bihûşta çivîkan cihekî pir xweş bû. Mazûvaniya gelek çivîkên koçber, werdek û qulingan dikir. Ji ber qamîşên zêde me gol nedidît. Em di zarokatiyê da dihatin vir û me serê xwe dişûşt."
Seyhan got di salên 2000î da ji bo gol dîsa wek berê be şaredariyê bi boruyan va ji Çiyayê Tecerê av kişand golê û wiha dewam kir: "Wê jî çend salan îdare kir. Ji 2008an pê va wê jî têrê nekir. Ji ber germahiya kurewî û guherîna avûhewayê gola me kete vî halî. Zivistanê qasî nîv mêtro av heye. Piştî meha şeşan tevahî zîha dibe û li ser rûyê wê tebeqaya xoyê dimîne."
Seyhan anî ziman ji ber ku gola avê şor e ew ji bo vexwarin û çandiniyê nayê bikaranîn, berê merivan jê xoyê derdixist.AA