Hezaz, li ser rêya Giresun û Dereliyê di 16.kîlometroyê de li Bajaroka Durogluyê çêbû.
Kevirên mezin ên ku ji kuntarê ketin ser rê, rêya bajarokê bi tevahî girtin. Ew demên ketin ber kamerayan.
Hezaza ku li ser rêya Giresun-Dereliyê çêbû wiha ket ber kamerayan. pic.twitter.com/IvU4ufjjqa
— TRT NÛÇE (@trtnuce) February 6, 2020
Ji ber ku dema hezaz çêbû tu kes li ser rê nebû û zirar nehat tu kesî. Tîmên rêyên bejayî rêya ku hatî girtin ji nû ve bo çûn û hatinê vekirin.