Li ser rêya Qers-Erziromê otobus wergeriya: 4 mirî

"Mixabin 2 jê welatiyên Azerbeycanê, 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 25 jî birîndarên me hene"

Li ser rêya Qers-Erziromê otobus wergeriya: 4 mirî

Li ser rêbejaya Qers-Erziromê otobusa rêwiyan wergeriya, di encamê da 2 jê Azerbeycanî 4 kes mirin, 4 jê bi giranî 25 kes jî birîndar bûn.

Otobusa fîrmaya Aras Turîzmê ku plaqeya wê 34 DMZ 566 e û sefera Îdir-Enqereyê dikir, li ser rêbejaya Qers-Erziromê li tanga gundê Mescitliyê yê navçeya Sariqamûşê ji ber berfê wergeriya.

Gelek ekîbên AFAD, cendirme, UMKE, 112 Bilez û îtfaiyeyê şandin ciyê qezayê.

Di qezayê da Gomar Niyazoma (19), Fazile Îsmayilova (60) yên Azerbeycanî û her wiha Emre Ozşimşek (22) û Kadir Kurt (16) mirin, 25 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamûşê, Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniya li Qersê û Nexweşxaneya Zanîngeha Kafkasê.

Ji aliyekî din va eqrebayên kesên ku di qezayê da mirin, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamûşê giriyan.

Waliyê Qersê Turker Oksuz li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û ya Zanîngeha Kafkasê birîndar ziyaret kirin.

Oksuz dema ji nexweşxaneyê derket, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku piştî qezayê hemû ekîb bo ciyê qezayê hatin şandin.

Oksuz diyar kir, wî agahî sitand ku berêvarê ji ber ku rê bi berf û şimşat bû, qeza çêbû û wiha got, "Mixabin 2 jê welatiyên Azerbeycanê, 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 25 jî birîndarên me hene. Ji van rewşa 4an giran e. Tedawiya birîndaran li nexweşxaneyan didome."

Walî Oksuz diyar kir, piştî qezayê ekîban bilez midaxeleyî bûyerê kirin û wiha got:

"Ji çêbûna qezayê û pê va hemû ekîbên me pir hewl dan ku alîkariyê bidin qezazedeyan. Lêbelê 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, lewma em xemgîn in. Ez dixwazim ji ajokarên me ra bêjim ku bira di rêyan da baldar bin û rêgezên trafîqê cîbicî bikin. Mixabin di demên wiha da li herêma me qeza çêdibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE