Li ser rêya Wan û Bahçesarayê (Miks) şepe ket û rê hat girtin.
Li herêmê piştî ku berf barî û bager rabû, rê ji ber ewlehiyê hat girtin. Di kîlomêtroya 25em a rê da şepe ket.
Ekîbên berfê yên Midûriya Herêma 11em a Rêbejan ji bo paqijkirina berfa şepeyê xebat da destpêkirin, lê ji ber ku rewşa hewayê ne baş e, navber dan xebatan.
AA