Li ser şewata li daristanê ya li Pendikê agahiyên nû

Bi gumana ku bûye sedama şewatê kesek hat binçavkirin...

Li ser şewata li daristanê ya li Pendikê agahiyên nû

Polîs gava li ser şewata li Pendîka Stenbolê lêkolîn dikir, agahiyên nû bi dest xist. Dîmenên gumanbarê şewatê bi telefonekê hatine kişandin. Polîsan ji dîmenan gumanbar tespît kir.

Li Daristana Aydosê ya li Pendîkê di seat 5an de şewat derket.

Personelên agirkujiyê, di seatekê de pêşî li şewatê girtin.

Kesekî li wir bi telefona xwe dîmenên şewatê kişandibûn. Kesekî ku hema piştî şewatê direve ketiye ber kamerayê.

Şaxa Têkoşîna li dijî terorê ji bo lêkolînê tîmeke taybet ava kir.

Li ser gumana ku agir berdaye daristanê, kesek hat binçavkirin.

Şewata li daristana Ûmraniyê jî di demekê kin de hat vemirandin.

Şahîdên bûyerê îdia dikin; şewat di heman demê de li 2 cihan dest pê kiriye û kesek piştî şewatê ji wir reviyaye.

Polîs li gumanbarên din digere.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE