"Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bû"

Serokomar Erdogan: "Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bû û melûm e Amerîka şirîkê me yê stratejîk e. Di NATOyê da em bi hev ra ne û salên dûr û dirêj e me ev şirîkatiya xwe ya stratejîk di her şert û mercî da domandiye."

"Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bû"

Serokomar Erdogan: "Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bû û melûm e Amerîka şirîkê me yê stratejîk e. Di NATOyê da em bi hev ra ne û salên dûr û dirêj e me ev şirîkatiya xwe ya stratejîk di her şert û mercî da domandiye. Em îro jî di heman helwestê da ne. Em naxwazin bi Amerîkayê ra bên pêşberî hev. Lê li dereke ku Amerîkayê nehatiye vexwendin alîkariya ku dide rêxistinên terorê em nikarin piştguh bikin. Alîkariya ku didin rêxistinên terorê yên mîna YPG/PKKyê bi eşkereyî li meydanê ye."

"Di roja ewil da 24ê Îlonê roja sêşemê ez ê xitabî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikim. Di axaftina xwe da ez ê der heqê meseleyên sereke yên ewlehî û aştiya navneteweyî da ku di rojeva Neteweyên Yekbûyî da ne behsa fikr û ramanên me bikim."  

"Ji bona wezîfeya Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn ya Neteweyîn Yekbûyî ku heyamên Îlona 2020-Îlona 2021an dikeve berê namzedê me Balyoz Volkan Bozkir e."

"(Hewldanên li rojhilatê Feratê) Em ê van deran ji rêxistinên terorê yên ku me aciz dikin û li herêma me pirsgirêkan derdixin paqij bikin. Baweriya me ev e."

"Niha li herêmê DEAŞ jixwe li ber qendandinê ye. Niha jî rêxistineke çêkirî hatiye derxistin. Jê ra dibêjin Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Yanê HSD. Ev xapandinek e. Ev kiresekî nû ye. Ferqa wê jî ji PYD û YPGyê tuneye. Em dikarin jê ra bibêjin rêxistina terorê ya çadirê." 

 "(Mijara Patrîotan) Ev mijar hê li ser maseyê ye."

 "(Dinya ji pêncan mezintir e) Divê ev ne tenê şertê Tirkiyeyê şertê ewil yê hemû mirovahiyê û endamên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî be."

"(Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî) Nikare meseleya Îsraîlê çareser bike. Sal 1948 û rewşa niha em tê da ne eşkere ye. Nikare meseleya Îsraîlê çareser bike. Îsraîl biryarên Neteweyên Yekbûyî qebûl nake. Bira cewaba vê bidin. Li gor axa Îsraîlê ya 1948an ez vê dibêjim, ev eynî Îsraîl e?"

"Wexta gotineke ji devê Îsraîlê derkeve divê ew li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî neyê qebûlkirin. Hewce bike divê Konseya Neteweyên Yekbûyî bi temamî qebûl neke. Mesele ev e."

"Gavên ku li bakur û li rojhilatê bakurê Sûriyeyê bên avêtin bawer dikim ku wê derbeyeke mezin li rêxistina terorê bixe."

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2019, 15:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE