Li Başqeleya navçeya Wanê li ser sînorê Îranê 9 cesedên mêran hatin dîtin.
Li çolwarên taxên Bogrupek û Kaşkolê piştî ku hinekan cesed dîtin xeber dan cendirmeyê.
Ekîbên ku li ser îxbarê destbikar bûn, li derdora çemê Lîzê 9 cesedên mêran dîtin.
Hat ragihandin ku cesedên ku piştî hilyana berfê derketin holê, yên koçberên bê pergal in ku zivistanê dema sînor derbaskirine, qerisîne.
Cesedên ku ji ber êrîşên heywanên kovî laşên wan têk çûbûn, piştî venehirîna dozger ji Saziya Bijîşkiya Edlî re hatin şandin.