Li ser sînorê Sûriyeyê şahiya bafirokan

Ji aliyê Dibistana Navîn ya Mehmet Akîf Ersoy û Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê ve "Şahiya Bafirokan a Kevneşopî" hat lidarxistin.

Li ser sînorê Sûriyeyê şahiya bafirokan

 Li Nisêbîna navçeya Mêrdîna li nav eraziyekî nêzîkî sînorê Sûriyeyê şahiya bafirokan hat lidarxistin.

Ji aliyê Dibistana Navîn ya Mehmet Akîf Ersoy û Dibistana Navîn ya Îmam Xetîbê ve "Şahiya Bafirokan a Kevneşopî" hat lidarxistin.

Di şahiya ku li nav eraziyekî nêzîkî sînorê Sûriyeyê hat lidarxistin, xwendekaran di çavdêriya mamosteyên xwe de bafirok li ba kirin.

Şahiya ku li tenişt nimayişa palyoçayan û boyaxkirina rû jî tê de hat kirin, Rêveberê Perwerdeya Neteweyî Umît Çetîn û Rêveberê Dibistanê Abdussamet Tayfur jî beşdarî tê de kir.

Piştî şahiya bafirokan dondirme ji xwendekaran re hat îkramkirin.

Tayfûr di axaftina xwe ya li wêderê de anî ziman ku cara sêyemîn e vê şahiya bafirokan li dar dixin û destnîşan kir ku bi rojan e ku xwendekar amadehiya vê rojê dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Nîsan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE