Li ser sînorê Tirkiye û Îranê ewil bi lerza 3,9 û paşê jî bi lerza 4,7an du erdhej çêbûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) erdheja ewil li aliyê Îranê navenda wê nêzî sînorê Tirkiyeyê di saet 03.11an da bi lerza 3,9an da çêbû.
Erdheja duyem a ku lerza wê 4,7 bû jî piştî 3 deqîqeyên din di saet 03.14an dîsa li heman herêmê çêbû.
Hat diyarkirin erdhej 6 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Mesafeya navenda erdhejê ji Gevera navçeya Hekariyê 15, ji Başkaleya navçeya Wanê jî 18 kîlometre dûr e.