Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun diyar kir ku li Tirkiyeyê gotina dawîn millet dibêje.
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneya avahiya Serokatiya Ragihandinê ku çirayên wê vexistî ne, parve kir û wiha got:
"Ji 15ê Tîrmehê ra 103 roj maye û peyama ku 103 bêhedan daye di binê lingê me da ye. Li ser van axan gotina dawîn miletê me dibêje. Ev çira li dijî her hewildaneke dijedemokratîk û niyetan wê seba miletê me yê ezîz qet natemire û timî vêxistî be. Em li ser wezîfeya xwe ne û di fermana miletê xwe da ne."AA