Li ser xeta sînorê Akçakaleyê teqîn: 3 esker şehîd bûn

Li ser xeta sînorê Akçakaleyê EYPya ku terorîstan danîbû teqiya û 3 esker şehîd bûn

Li ser xeta sînorê Akçakaleyê teqîn: 3 esker şehîd bûn

 Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li ser xeta sînorê Akçakaleya navçeya Şanliurfayê teqemeniya destçêkirî (EYP) ya ku terorîstan wekî defik danîbû teqiya û 3 esker şehîd bûn.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin:

"Li ser xeta sînorê Akçakale/Şanliurfayê di 8ê rêbendana 2022yan da teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstan wekî defik danîbûn teqiya û 3 hevalên me yên qehreman Tegmenê Peyade Murat Alyakut, Erê Bipeyman ê Peyade Ertugrul Ulupinar û Serdesteyê Peyade Enes Koç şehîd bûn. Vê bûyerê em xemgîn kirin. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike, serê malbatên wan, Artêşa Tirkiyeyê  û miletê me yê esîl sax bibe, Xwedê sebrê bide."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE